Hêzên Asayîşê toreke mît’ê ji hev xist

Hêzên Asayîşê, piştî demeke şopandina teknîkî û fîzîkî û di encama agahiyên istixbaratî de, torek ku ji 6 kesên girêdayî MÎT’ê pêk dihat, ji hev xistin.

Hat zanîn ku endamên MÎT’ê yên di encama operasyonên li bajarên cuda de hatine binçavkirin, ji bo cihê fermandarên QSD’ê tespît bikin, rêveberên navendên ewlehiyê derxin, xebatên sîxurkirinê û bi taybet jî di nava ciwanan de xebatên madeyên hişbir û fuhuşê bidin meşandin, hatine birêxistinkirin.

Lêpirsîna endamên MÎT’ê yên bi navên, Canê, Şîlan Elî Ehmed, Eymen Bedredîn Ehmed, Elî Necîb Omer, Hesen Ebdulhemîd Murad û Mihad Hadî Hiso, didome.

Tê texmînkirin, komkujiya ku dewleta Tirk 23’ê Hezîranê li gundê Helincê yê Kobanê pêk anîbû jî, di encama koordîneya bi van kesan re pêk hatiye.

Back to top button