Şêniyên Silêmanî: Divê Kurd bibin yek û Kurdistanê ji bo dagirkeran bikin goristan

Dewleta Tirk a dagirker, herî dawî Seyrangeha Kunemasî ya Bajarê Silêmaniyê bombebaran kir. Li dijî van êrîşan, nerazîbûn û çalakiyên Kurdistaniyan jî dewam dikin û bangên derxistina leşkerên Tirk ji xaka Kurdistanê zêdetir dibin.

Şêniyên Silêmaniyê, êrîşên dagirkeriya Tirk û bêdnegiya Başûr û Iraqê bi tundî şermezar kirin.

Şêniyan diyar kir ku divê gelê Kurd û rêxistinên sivîl bibin xwedî yek helwest û yekîtiya neteweyî ava bikin, da ku Kurdistanê ji bo dagirkeran bikin goristan.

Şêniyên Derbendîxanê jî li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind dikin.

Şêniyan da xuyakirin ku, armanca Tirkiyê ew e dagirkirina tevahî Kurdistanê û got:

“Erka her Kurdekî ye ku li dijî dewleta Tirk biqîre. Mixabin, heta niha helwesteke zelal a hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nehatiye nîşandan.”

Şêniyên Derbendîxan: Destkeftî, bi xwîna şehîdan hatine, divê rayedar bêdeng nemînin

Şêniyên Derbendîxanê her wiha da zanîn ku destkeftiyên Kurdan, bi xwîna Pakrewanan bi dest ketine, lewre divê rayedarên Kurd, li beramberî dagirkeriyê bêdeng nemînin û hewldana derxistina leşkerên Tirk bikin.

Di heman çarçoveyê de, şêniyên navçeya Ranyayê jî li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk çalakiyek li dar xist.

Şêniyên Ranya: Bi êrîşan, Kurd lawaz nabin, roj bi roj têkoşîn hêzdartir bibe

Şêniyan di çalakiyê de got:

” Dewleta Tirk, zarok, jin û temenmezinan dikuje, Erdogan weke gayên Spanyayê lê hatiye, li her cihekî paçekî sor dibîne, êrîş dike, lê bila baş bizane ku Kurd bi van êrîşan ti carî lawaz nabin, wê roj bi roj têkoşîn, hêzdartir bibe.”

Şêniyan, bi dirûşmên “Faşîst Erdogan”, “Dîktator Erdogan”, “Bijî Berxwedana Jinên Kurd” û “Şehîd Namirin” çalakiya xwe bi dawî kir.

Back to top button