Mexdûrê kuştina Palme: Divê Swêd lêborînê bixwaze

Dema kuştina Serokwezîrê Swêdê Olfo Palme kirin stûyê PKK’ê û Kurdan, wê demê kurd rastî gelek zextan hatin. Xalis Ikincîsoy jî yek ji wan kesan bû ku wê demê hat binçavkirin û bi salan zext lê hate kirin. Ikincîsoy niha û piştî derketina rastiyê dibêje: Em li bendê ne ku Swêd ji Kurdan lêborînê bixwaze.

Îkîncîsoy anî ziman ”Komploya li ser Kurdan eşkere bû. Medyaya Swêdê ev rûdan tim dianî rojevê û PKK weke rêxistina terorê sûcdar dikir.”

îkîncîsoy eşkere kir ” 9 salan heftê sê rojan wan xwe nîşanî polîsan dida, li wan hatibû qedexekirin ku derkevin derveyî şaredariyê û zextên şerê psîkolojîk li ser wan dihat kirin, malên wan tim ji hêla polîsan ve dihate dorpêçkirin.”

Mexdûrê kuştina Palme: Divê PKK ji “lîsteya terorê” were derxistin

Îkîncîsoy eşkere kir piştî van hemû zextan bi hin hevalên wî re pirsgirêkên derûnî çêbûn û Kurdên li Swêdê piştî kuştina Palme trajediyeke mezin jiyane.

Xalis Ikincîsoy herî dawî got: “Daxwaza min ew e ku Swêd lêborînê ji Kurdan biwaze, PKK’ê ji lîsteya terorê derxe û şaşîtiya xwe rast bike.”

Back to top button