
Li herêma qaşo “kêm şer” êrîş û pevçûn navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikûmeta Şamê de gurr dibe..
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro hêzên hikûmetê deverên Riwêha, El-Bara, Sifûhin û Hilûbî yên başûrê Idlibê bi mûşekan topbaran kirin..
Her wiha devrên Inkawiyê li Sehil El-Xab ê bakurê rojhilatê Hemayê topbaran kir..
Çeteyên dewleta Tirk li derdora Cerada yê gundewarê Başûrê Idlibê doçkoyeke hêzên hikûmetê rûxandin..
Duh jî çavdêriyê raghandibû ku hêzên hikûmetê guundên Binên û Riwyêha yên Idlibê û gundê Inkawyê yê Hemayê topbaran kiribû.