”Yekîtiya xwe avabikin hebûna xwe biparêzin”

Endama PYD’ê ya Herêma Efrînê Hêvîn Reşîd, derbarê girîngiya yektîya partiyên kurdî de nêrînên xwe anîn ziman û got: “Kurd bi sal ne li benda vê yekîtiyê bûn ku maf, hebûn û nasnameya wan di nav de bê parastin, em ê jî yekitiya xwe avabikin û hebûna xwe biparêzin.”

Gelê Kurd li tevahî Herêmên Kurdistanê li benda pêkanîna yekîtiya kurdî bûn.

Di encamê gelek bangewazî û hevdîtinan de heya asteke bilind partiyên kurdî li hev rûniştin û gihaştin encamên erênî ji bo yekîtiya kurd.

Bi yekîtiyê re hêz xurt dibe û dijmin nikarin dest bavêjin nirxên civakan.

Têkildarî girîngiya avakirina yekîtiya kurdî Endama PYD’ê ya Herêma Efrînê Hêvîn Reşîd nerînên xwe anîn ziman.

Hêvîn destnîşan kir ku di nava rewşa ku herêm tê re derbas dibe avakirina yekîtiya kurdî pir pêwist e.

Hêvîn diyar kir ku beriya ku lihevkirineke kurdî çêbibe, hemû dewletên ku dijminatiya kurdan dikin û di serî de jî Tirkiyê bi hemû rêbazan rê li ber çareseriyan digirtin.

Back to top button