Dîlan Taşdemîr: Jinên têkoşer dibin hedef

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal kişand ser zêdebûna tundiya li ser jinê ya di dema vîrûsa korona de û diyar kir ku desthilatdarî li şûna ku pêşî li tundiyê bigire, êrişî jinan dike.

 

Li Tirkiyê di dema vîrûsa korona de bûyerên tundiya li dijî jinan bi rêjeya 30 ji sedî zêde bûn.

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku tundiya li dijî jinê û komkujiya jinê ji polîtîkayên desthilatdariyê ne cuda ne û got:

Bêguman krîzên li Tirkiyeyê diqewimin ji gotinên siyasî yên desthilatdariya AKP’ê ne cuda ne.

Desthilatdarî ku demeke dirêj e destketiyên jinan dike hedef, bi tunekirina mekanîzmayên saziyî yên bi keda jinê hatine afirandin, dixwaze jinan bêparastin bihêle.

Di dema vîrûsê de serlêdana li stargehên jinan, li mekanîzmayên hêzên ewlekariyê zehmet bû.

Dîlan destnîşan kir ku bi hinceta vîrûsê jin li malê hatin girtin û tundiya li dijî wan zêde bûn û wiha domand:

Ji xwe mekanîzmayên ku jinan serî li wan didan tasfiye kirin.

Ji ber vê gelek jin rastî tundiyê hatin û hatin kuştin, têkildarî vê yekê lêpirsîneke bi bandor nehate meşandin.

Herî dawî li Agirî, Mêrdîn û Amedê jin bi rengekî gumanbar mirin.

Desthilatdarî dixwaze di nava rejîma wan a nû de jinên ku dixwazin bibin mirovên azad û wekhev tune bin.

Lewma jinên Kurd bi rengekî giran dibin hedef êrîşên dewleta Tirk a dagirker.

Ji ber vê yekê têkoşîna jinê bi her rengî di nava metirsiyê de ye, lê di heman demê de di nava berxwedaneke mezin de ye.

Back to top button