Rêjîma Îranê Zeyneb Celalyan veguhestin cihekî ne diyar

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku di girtîgehê de bi vîrûsa Coronayê ye û dest bi gireva birçîbûnê kiriye, li cihekî ne diyar hat veguhestin.

 

Li gorî nûçeyek a Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê di roja 25’ê mehê rêjîma Îranê Zeyneb Celaliyan ji girtîgeha Qer-çek veguhestine cihek nediyar.

Li gorî nûçeya Komeleyê agahiya malbata Zeyneb Celaliyan ji rewşa wê tune û nizanin veguhestine kûderê.

Girtiyên din ên di girtîgehê de nerazîbûn nîşanî veguhestina Zeyneb dan.

Ji ber wê rêjîma Îranê êrîşî girtiyan kirin û girtiya siyasî ya Kurd Suheyla Hebîb birîndar kirin.

Girtiya Siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ji 20’ê Hezîranê ve li Girtîgeha Qerçek a li nêzî Tehranê dest bi greva birçîbûnê kir.

Back to top button