Jinên DAIŞ’Î yên Rûs dixwazin vegerin lê Rûsya li wan xwedî dernakeve

Hêzên Ewlekariyê a Kampa Holê diyar kirin ku jinên DAIŞ’î yên Rûs hertim hewildidin birevin, an jî kesên ku li gorî wan tevnagera konê wan dişewitînin.

 

Hêzên Ewlekariya Kampê diyar kirin ku kesên fikrê DAIŞ`ê ji xwe re esas negire, DAIŞ`î konên wan dişewitînin û wan wekî “Xayîn” dibînin.

Hin jinên ku fikrê DAIŞ’ê êdî napejirînin an jî dixwazin êdî ji wan veqetin ji aliyên hin kesên DAİŞ’î ve rastî lêdan û cezakirinê tên.

Hêzên Ewlekariya kampê diyar kirin ku jinên DAIŞ’î yên Rûs, hertim hewildidin ji kampê birevin.

Jineke DAIŞ’î a Rûs ji nûçegihana ajansa hawarê re axivî û got: “Em çibikin, em westiyan, em li benda vegera li malên xwe ne, lê hikûmetên welatên me nakevin nava tevgerê. Ji ber vê yekê em neçar dimînin bi derdora 15 hezar dolar ji bo her endamekî bidin û bi vî awayî ji kampê birevin.”

Li gorî rêveberiya kampê 300 malbatên jinên DAIŞ’î yên Rûs li kampê hene.

Lê heta niha Rûsyayê derbarê çarenûsa van jinan de ti gav neavîtiye.

Back to top button