Ji ber rewşa li Başûr hikumetê rê neda kesên welatiyên derve derbasî herêmê bibin

Ji ber rewşa metirsiya vîrûsa Corona îro nêzî 100 kesên ku dixwestin bi riya balafirgehên Başûrê Kurdistanê derbasî Ewropayê bibin paşde hatin vegerandin.

Sedema derbasnebûna van kesan jî, ji ber metirsiya vîrûsê ya li başûrê kurdistanê ye.

Rêveberiya Deriyê Sêmalka jî diyar kir ku ji aliyê wan ve ti pirsgirêk nîne.

23’ê vê mehê Rêveberiya deriyê Sêmalkayê biryar dabû ku kesên pasportên ewropî bi wan re hene û di Başûrê re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne dikarin vegerin.

Rêveberiyê her wiha ji bo vegera xelkê rojava yê li başûrê kurdistanê asê mane jî roja yekşem û çarçem diyar kiribû.

Back to top button