Îro danê sibehê leşkerên dewleta Tirk li ser sînorê bakur û Rojhilatê Kurdistan komek kolber guleberan kir.
Kolberekî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeyeke Kolber-newsê kolberê hatî kuştin Salim Suleyman Nijad e.
Kolberê bi navê Dawid Mecîdiyan û kolberek din ê navê wî nehate zanin birîndar bûn.
Kolberên ku ji ber hejarî û ne-dabara jiyana xwe vî karî dikin, hertim rastî êrîşên hêzên Îran û Tirkiyê tên.