11 Jê HDP’Î têkildarî 13 Parlamenteran fezleke hatin amadekirin

Desthilatdariya AKP-MHP’ê têkildarî 13 parlamenterên HDP, CHP û ÎYÎ Partî, ji bo rakirina mafê wan ê dest-nedana parlamenteriyê fezleke amade kir û şand Meclîsê.

 

16 fezlekeyên destnedana parlamenteriyê yên têkildarî parlamenterên HDP’ê, Îyî Partî û CHP’ê şandin Meclîsa Tirk.

11 ji van fezlekeyan li dijî parlamenterên HDP’ê ye ku Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan jî di nav de ye.

PARLEMENTERÊN HDP’Ê

Pervîn Bûldan (1),

Şevîn Coşkûn (1),

Nûran Îmîr (2),

Remziye Tosûn (1),

Mûrat Çepnî (1),

Tûma Çelîk (1),

Ebrû Gunay (1)

Mûrat Sarisaç (3)

Her wiha têkildarî 2 parlementerên CHP û 3 parlementerên Îyî Partî fezleke hatin amadekirin.

4’ê Hezîranê jî Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllari bi zexta AKP-MHP’ê wekîltiya wan hatibûn betalkirin.

Farîsogûllari ku wekîltiya wî jê hate girtin, hê jî di zindanê de ye.

Back to top button