Kongra Star konê sersaxiyê ji bo şehîd Zehra Berkel û Emîne Weysî vegirt

Kongra Star ya Qamişlo ji bo Zehra Berkel û Emîne Weysî ku di encama êrîşa li ser gundê Helincê yê Kobanê de şehîd bûn, li pêşîya Goristana Şehîd Delîl Sarûxan konê sersaxîyê vegirt.

Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê beşdarî vegirtina konê sersaxiyê bûn.

Jinan diyar kirin ku armanca êrîşên Dewleta Tirk, şikandina vîna jina ye.

 

Îro Kongreya Star a Qamişlo ji bo Endama Kordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel û Emîne Weysî, konê sersaxiyê vegirt.

Kon vê sibehê li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Sarûxan li Qamişlo hat vegirtin.

Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê û endamên saziyan serdana kon kirin.

 

Di bin konê sersaxiyê de endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvîn Seyîd axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Hêvîn Seyîd diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan şikandina vîna jinan a azad e.

 

Şêniyên herêma Cizîrê yên serdana kon kirin sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê şermezar kirin.

Şêniyan diyar kirin ku jinên Kurd pêşengên têkoşîna azadiya hemû jinan e.

Back to top button