QSD’Ê li herêma Şedadê şaneyek çeteyan girt

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê di çarçoveya pêngava têkbirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de, li herêma Şedadê oparasyonek pêk anîn û şaneyeke çeteyan hat girtin.

QSD’ê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku bi hevkariya hêzên koalîsyona navneteweyî hêzên wan li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê Oparasyonek pêk anîn.

Di encamê de, endamên şaneyeke çeteyan hemû hatin girtin.

QSD’ê ragihand ku ev şane niha di lêpirsînê de ye.

4’ê Hezîranê jî QSD’ê li dijî çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li başûrê Hesekê û rojhilatê Dêra Zorê oparasyona “Têkbirina Terorê” despê kiribûn.

Di encma oparasyona qonaxa yekemîn a ku 7 rojan dewam kir de, 110 çete hatibûn girtin û gelek çek û çebilxaneyên çeteyan jî ketibûn destê şervanan.

Back to top button