Li herêma Zînî Wertê teqînek pêk hat

Hat ragihandin ku li herêma Zînî Wertê teqînek pêk hat. Têkildarî encama teqînê jî agahiyên biteqez nehatin bidestxistin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, derdora saet 7 ê êvarî teqînek bihêz li girê Helukê ku dikeve ser rêya Zînî Estêrokan, pêk hat.

Hate gotin ku dengê teqînê weke dengê TNT’ê bû, lê baş nayê zanîn ka sedemê teqînê çi ye.

Li gorî agahiyan, tîmek endazyariya teqînan a hêzên zêrevanî ji bo lêkolînê gihiştin cihê bûyerê.

Back to top button