Bi Dîmen..Ji ber dorpêa hikûmeta Şamê li ser Şehbayê, gelek pirsgirêkên xizmetguzariyê çêbûne

Li gel berdewamkirina dorpêça hikûmeta Şamê li ser Şehbayê, pirsgirêka kêmpeydabûna mazotê û buhabûna wê derketiye holê.

Ajokarên li ser xetên navbera gund û navçeyan jî kar dikin, kiriya çûn û hatinê zêde kirine.

Derbarê mijarê de, Komîteya Sotemeniyê diyar kir ku eger hikumeta Şamê vê siyaseta xwe bidomîne, wê aloziyek li ser tevahiya astan derkeve.

Piştî ku Qanûna Qeyser kete meriyetê û li gel dorpêçkirina Şehba ji aliyê hikumeta Şamê ve, aloziya peydakirina mazotê çêbûye.

Hikumeta Şamê ji bo derbaskirina madeyên xwarin, tenduristî û sotemeniyê, bacên biha ferz kiriye.

Ev têrê nekir û ji 2yê Hezîranê ve derbasbûna madeyên xwarinê jî bi temamî qedexe kir.

Li rex wê jî, pirsgirêka peydakirina mazotê jî derketiye holê.

Ji ber vê yekê, erebeyên veguhestina giştî û taybet di navbera navçe û gundên Şehbayê de kiriya çûn û hatinê zêde kirin, ev jî rastî nerazîbûna şêniyên tê.

Berê her lîtreyek mazot bi 250 L.S bû, piştî buhabûnê jî gihaşt 600 L.S.

Derbarê mijarê de, rêveber Komîteya Sotemenî ya Şehbayê Ebdulhenan Şêxo diyar kir ku ev mijar bi aliyê têkildar re hate nîqaşkirin û ew ê hewl bidin vê pirsgirêkê çareser bikin û daxwazên şêniyan bi cih bînin.

Back to top button