Tulay Hatîmogullari : Armanc vekirina eniyên nû yên şer in

Bertekên li dijî opersyonên siyasî, teyînkirina qeyûman û êrîşên li ser Başûrê û Rojavayî Kurdistanê didomin. Der barê vê de, Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogullari polîtîkayên Tirkiyê nirxand kir û diyar kir ku armanca dewleta Tirk li Rojhilata Navîn ew e ku eniyên şer yên nû veke. Tulay got; tiştên ku îro pêk tên, plana têkbirina gelê Kurd e, ji lew re divê yekîtiya netewî bê avakirin.

Bertekên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li dijî xistina parlamenteriyan, zextên li ser partiyê, tayînkirina qeyûman, operasyonên siyasî û êrîşên li ser Başûr û Rojavayî Kurdisatanê didomin.

Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari polîtîkayên Tirkiyê û operasyonên dersînor nirxandin û diyar kir ku dewleta Tirk li Sûriyê hewl dide destkefteyên gelê Kurd ji holê rake û got:

Dewleta Tirk di 23’ê Hezîranê êrîşêk bir ser gundê Helînce yê Kobanê, di encamê de 3 jinên Kurd şehîd bûn.

Li Iraqê jî, dewleta Tirk armanc dike ku desthilata xwe berfireh bike, lewma êrîşên xwe bê navber dewam dike.

Pêwîst e gelê Kurd li dijî van polîtîkayan hişyar bin û yekîtiya xwe ava bikin.

Tullay tekoşîna li dijî DAIŞ’ê ya li Kobanê bi bîr xist û da xuyakirin ku pêşengên vê berxwedanê jin bûn û wiha domand:

Kuştina sê siyasetmedarên jin yên li Kobanê bi berxwedana li dijî DAIŞ’ê vê girêdayî ye.

Armanca dewleta Tirk şikandina vîna jinê ye, ji ber vê jin hedef tên girtin.

Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari di dawiyê de banga yekîtiyê kir û got:

Gelek nivîskar, rewşenbîr û ronakbîrên Kurd banga yekîtiya neteweyî dikin.

Em jî weke HDP vê bangê dubare dikin û dibêjin li dijî polîtîkiyên AKP-MHP’ê yekîtiya xwe ava bikin.

Back to top button