“Mizgeftên Erdogan veguherîne navendên sîxuriyê”

Serokê AKP’ê Erdogan li her devera cîhanê li dijî dijberên xwe di nava tevgerê de ye. Li Almanyayê ku zêdetirî 900 mizgeftên Tirkiyê hene, hemû ji bo şopandina van dijberan kar dikin. Di lêpirsîna televîzyoneke Alman de, hat eşkerekirin ku nêzî 8 hezar kesên girêdayî van mizgeftan, ji bo Tirkiyê kar û xebata istixbaratî dikin.

Çi Tirk, çi biyanî be, li ku dibe, Erdogan bêhn li dijberên xwe çikandiye.

Li gorî lêpirsîneke şopandinê, hat eşkerekirin ku Erdogan mizgeftên Tirkiyê yên li Almanyayê ji bo şopandina dijberên xwe bi kar tîne, çi Tirk çi Alman bin.

Lêpirsîna ku televîzyona ZDF a Alman pêk aniye, xwe spartiye şehadeta jimareke mezin a dijberine Tirk û berpirsine Alman.

Van şahîdan anî ziman ku melayên mizgeftên girêdayî Tirkiyê gefê li wan dixwin, ji ber helwestên wan li dijî Erdogan û pergala wî ya siyasî ne.

Erdogan û hikumeta AKPê, Yekîtiya Îslamî ya Tirk a Karên Olî (DITIB) ya li Almanyayê, bi rêya istixbarata Tirk ji bo sîxurtiyê dixebite.

DITIB ji mezintirîn rêxistina Îslamî li Almnyayê ye û zêdetirî 900 mizgeftî li 16 wîlayetên Almanya digire nava xwe.

Melayên girêdayî wê jî kesên herî nêzî serokkomarê Tirkiyê ne û rasterast bi istixbarata Tirk re kar dikin da li pey dijberên Erdogan bikevin.

Li gorî lêpirsînê, ji melayên mizgeftan tê xwestin ku agahiyan der barê dijberên Tirk û siyasetmedarên Alman de kom bikin, paşê ji balyozxaneya Tirkiyê re bişînin û ev agahî ji wir derdikevin ji MÎTê re.

Di lêpirsina televîzyona Alman de hate destnîşankirin ku, nêzî 8 hezar kes li seranserî Almanyayê li dijberên Erdogan digerin û di bin siya mizgeftên DITIB dixebitin.

Sibata borî, parlamena Almanyayê tevgera xwe li dijî DITIB zêde kir û ew xist jêr çavdêriyeke giran a “istixbarata hundirîn”.

Hingê parlamenê çalakiyên wê yên tundrew û sîxurtiya wê li ser erdên Almanyayê eşkere kirin.

Li gorî belgeyeke 11ê Sibata 2020an jî, tevgera dibêje ew naxwaze xwe ji rêxistina Ixwan el-Muslimîn veqetîne û ew xwedî têkilîne pir xurt in.

Di Cotmeha 2019an de, serokê rêxistina Yekîtiya Îslamî Kazim Turkman mukur hat ku kanalên peywendiyê di navbera wan û rêxistina Ixwanan de heye.

16ê vê mehê jî, istixbarata hundirîn a wîlayeteke Alman eşkere kir ku metirsiya tevgera Ixwan el-Muslimîn li welêt, ji ya DAIŞê zêdetir e.

Back to top button