MACRON BANG LI PÛTÎN KIR: DIVÊ PARASTINA KURDAN LI SÛRÎ WERE MISOGERKIRIN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di pêwendiyeke telefonî de bang li serokê Rûsyayê Pûtîn kir û xwest parastina Kurdên li Sûrî were misogerkirin.

Ji bo nirxandina rewaş Bakur û Rojhilatê Sûrî piştî vekişîna hêzên Emerîkayê, di navbera serokên Fransa û Rûsyayê pêwendiyeke telefonî pêk hat.

Mijara sereke a axaftina serokê Fransayê rewşa YPG, YPJ û QSD’ê bû.

Têkildarî hevdîtina herdû lîderan, Qesra Elysee daxuyaniyek da..

Li gorî vê;

Macron bi bîr xist ku yekane hêza li Sûrî li dijî DAIŞ’ê şer kirine Kurd in û wiha dewam kir:

Dewletên Ewrûpayê dixwazin hevkariya xwe li gel Kurdên Sûrî dewam bikin.

Ji ber vê yekê teqez divê hêzên Kurdî yên şerê DAIŞ’ê kirine, werin parastin.

Serokê Fransayê her wiha rafgihand ku li Sûrî şerê li dijî DAIŞ’ê hê jî dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button