Berpirsiyarê Artêşa Iraq ê Neynewa: Hemû hêzên li Şengalê fermî ne

Berpirsiyarê Artêşa Iraq ê Rojavayê Neynewa Cebar Neyîma, di civîna bi hêz û rêveberiya Şengalê re da xuyakirin ku hemû hêzên li Şengalê, fermî ne.

Şandeyeke Iraqê bi pêşengiya berpirsiyarê Artêşa Rojavayê Neynewa Cebar Neyîma, li gel hêzên YBŞ û rêveberiya Şengalê civiya û rewşa herêmê gotûbêj kir.

Piştî hevdîtinê, li baregeha artêşa Iraq a li Şengalê, daxuyanîya çapemeniyê hat dayîn.

Cebar Neyîma di daxuyaniyê de da xuyakirin ku ev şande ji bo şopandina rewşa Şengalê serdan kiriye.

Cebar, angaştên nefermîtiya hêzên Şengalê derewandin û anî zimên ku hemû hêzên li wir fermî ne.

Cebar Neyîma diyar kir ku rewşa Şengalê aram e û hêzên Artêşa Iraqê digel hêzên Şengalê, herêmê diparêzin.

Piştî êrîşên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistan û Şengalê, cara yekem e ku şandeyeke Artêşa Iraqê serdana Şengalê dike.

Back to top button