Şêx Seîd û 46 hevalên wî 95 sal berê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin darvekirin

Di dîroka Kurdistanê de îro rojek reş û bi êş e.

Îro salvegera darvekirina Şêx Seîdê Kal û 46 hevalên wî ye.

Dijminê gelê Kurd dewleta Tirk a dagirker, di heman rojê de, 21 sal berê cezayê darvekirinê li Rêber Ocalan birî.

29’ê Hezîrana 1925’an di dîroka Kurd û Kurdistanê de rojeke reş û bi êş e.

Di heman demê de destpêka pêvajoya qirkirin, komkujî, koçberkirin û asîmîlasyonê ya li dijî Kurdan e.

Dewleta Tirk a 1923’an li ser nijadperestiyê hat avakirin, 1925’an bi armanca tinekirinê êriş anî ser Kurdistanê.

13’ê Sibatê li Pîranê, berxwedana Kurdan pêşwext ango amadekariyên xwe temam nekirî destpê kir.

Di demeke kin de gelek bajarên Bakurê Kurdistanê ji dewleta Tirk hatin standin.

Lê 14’ê Nîsana 1925’an, damezrînerê Tevgera Azadiyê an Xoybûnê Xalid Begê Cibrî tevî Yusiv Ziya û çend hevalên xwe ji aliyê dewleta Tirk ve li Bedlîsê hatin darvekirin.

Piştî ku serokên berxwedanê hatin darvekirin jî xebatên li dijî dagirkeriya jontirk û Îttîhadgiran dewam kir.

Di berxwedana li Amedê de şervanên Kurd neçar man vekişin.

Bi vê bûyerê re serdestiya leşkerî destguhert û li ser xiyaneta Bînbaşî Qasim ku di heman demê de hevlingê Şêx Seîdê Kal bû, Şêx Seîdê Pîran li Vartoyê dîl ket destê leşkerên dewleta tirk a dagirker.

29’ê Hezîrana 1925’an Şêx Seîd û 46 hevalên xwe, hatin darvekirin.

Dewleta Tirk, berxwedana Kurdan a li dijî dagirkeriyê, li derve weke serhildana olî ya paşverû û li hundir jî weke tevgereke kurd ya qewmî ya cihêkar nîşan da.

Dewletên hegemon ê wê demê di berdêla Mûsil û Kerkûkê de çavên xwe li vê qirkirinê girtibûn.

Dewleta Tirk ji wê rojê heta îro bi gelek awayan, komkujî, koçberkirin, talan, kuştin, bijaftin û qirkirina Kurdan dewam dike.

Heman dewleta Tirk komploya navdewletî ya li dijî Rêber Ocalan di 15’ê Sibatê de gihand encamê.

Roja dîl girtina Rêber Ocalan li roja berxwedana Kurdan ya sala 1925’an rast tê.

Dewleta dagirker, 29’ê Hezîrana 1999’an ango roja bi darvekirina Şêx Seîd cezayê darvekirinê li Ocalan birî.

Rêber Ocalan jî di pirtûkên xwe yên li Îmraliyê nivîsî de, 1925’an weke roja destpêkirina qirkirina Kurdan bi nav dike.

Dewleta Tirk a dagirker, îro jî li her dera dinyayê xwe li hebûna Kurdan ranagire û li kuderê hebûnek rêxistinî ya kurdan dibîne êrîşê wê dike.

Ev rewş niha li başûr, rojava û bakurê Kurdistanê bi şêweyekî eşkere dewam dike.

Back to top button
Close
Close