HPG: Li Xakurkê û Çelê 6 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê bi çalakiyên bi bandor derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.

 

Navnîşana şerê giran yê li dijî dagirkeriyê vê carê jî Gever û Xakurkê bû.

HPG’ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’êjî bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyan ev agahî parvekir:

“25’ê Hezîranê gerîlayan li dijî artêşa Tirk yên li ser rêya li devera Dola Heyderan a navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyeke sabotajê kirin.
Wesayîteke dagirkeran a li ser rê di nava tevgerê de bû bû hedefa hêzên me û bi xurtî li wesayîtê hate dayîn.
Di encamê de, wesayît hate teqandin û 4 leşkerên dagirker jî hatin kuştin.
Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê dest bi oparasyona dagirkirinê kir.
Tevî oparasyona dagirkirinê, herêm ji aliyê dewleta tirk ve bi dijawrî hat topbarankirin.
Di pêvajoya operasyonê de gerîla Brûsk Botan şehîd bû.
Di rojên pêş de wê nasnameya gerîla bi raya giştî re bê parve kirin.
27’ê Hezîranê gerîlayan leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Sefqan ê devera Ermûş a Herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin hedef.
Gerîlayan bi xurtî li çeperên dagirkeran dan û 2 leşker hatin kuştin.”

HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 28’ê Hezîranê de regihandibû ku 25 mehê di şerê li devera Şeşdara de, gerîla Arîn Engîzek şehîd bûye.

HPG’ê li ser mijarê diyar kir ku gerîla Engîzek şehîd nebûye û bi selametî gihiştiye yekîneya xwe.

Back to top button