Fransa..Di hilbijartina şaredariyê de, nîvê 10 bajarên mezin jin bi serketin

Di hilbijartina şaredariyê ya roja Yekşemê li Fransayê hate kirin, nîvê 10 bajarên mezin jin bi serketin.

Di hilbijartina şaredariyan a li Fransayê de partiya kesk û hevalbendên wê yên çepgir li gelek bajaran bi ser ketin.

Her wiha di mijara wekheviyê de pêşketinên mezin pêk hatin.

Nîva 10 bajarên mezin ên welat jin bi rê ve bibin.

Ev yek jî ji sala 1958’an û vir ve cara yekê ye.

Ji Partiya Sosyalîst;

Anne Hîdalog bû Serokê Şaredariya Mezin a paytext Parîsê.

Johanna Rolande bû Seroka Şaredariya Nantesê..

Martîne Aûbry bû Seroka Şaredariya Lîlleyê.

Ji partiya derdorparêz Jeanne Barseghîan bû Seroka Şaredariya Strasboûrgê.

Li Marsîlyayê jî ekolojîst Mîchele Rorbîrola bi ser ket.

Li gelek bajarên din jî jin bi ser ketin û bûn serokên şaredariyan.

Back to top button