Çeteyan li navçeya Şiyê mala jineke 60 salî desteser kir

Kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên mîna kuştin, revandin, talan û guhertina demografîk yên li herêmên dagirkirî bê navber didome.

Çeteyan li navçeya Şiyê mala jineke 60 salî desteser kir û li navçeya Mabeta jî girê Zirafkê yê dîrokî wêran û talan kirin.

ji bo guhartina demografiya Efrînê kirinên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê her carê bi rêbazekî nû eşkere dibin.

Li navenda navçeya Şiyê, çeteyan mala jina bi navê Xedîce Îbiş a 60 salî desteser kir û ji malê derxist.

Rêxistina Mafê mirovan a Efrînê diyar kir ku çeteyan ji bo bi cihkirina malbatên xwe, gefa derxistina ji malan li nêzî 40 malbatî, li heman navçeyê jî kirine.

Beriya du rojan jî, çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan destnîşan kiribû ku çeteyan malên gundê Kaxirê ya Mabeta desteser kirin û welatî jî xistin kampan.

Çete li Efrînê xaniyan desteser dikin û bi bihayekî erzan difiroşin

Li navenda bajarê Efrînê, çeteyan 3 xaniyên şêniyê bi navê Smaîl ê li taxa Eşrefiyê desteser kirine.

Malpera Afrînpost da zanîn, çete xaniyan bi bihayên erzan firotin.

Li gundê Me’imila yê navçeya Mabatayê jî çeteyan traktora şêniyê bi navê Bekir Xelîl Beko dizîn û ji bo vegerandina traktorê, çeteyan 600 dolar bac standin.

Çete girê zirafkê yê mabata wêran û talan dikin

Li aliyê din jî, dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin bi talankirina şûnwaran dîroka Efrînê tune bikin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê wêneyên nû yên girê Zirafkê yê li navçeya Mabeta, weşand.

Di wêneyan de xuya dibe ku di encama Kolandina çeteyan ji gir re ziyanên mezin gihêştine gir û bi sedan darên ku li derdora gir bûn, birîne.

Rêxistinê da zanîn ku çeteyan bi qasî 40 hektar erdê gir wêran kirine.

Di vê çarçoveyê de jî, çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan dabû zanîn ku çeteyan ji bo dizîna şûnwarên Efrînê, girê dîrokî ya li nêzî gundê Kûra ya navçeya Reco talan dikin.

Back to top button