Piştî rexneyan parlamentoya Başûr biryara rûniştina dijî dagirkeriyê da

‘Şerme em li hember dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng bimînin. Erka sereke ya parlamentoya Başûrê Kurdistan parastina axa Kurdistanê ye. Divê dewleta Tirk li Başûrê kurdistan were dexistin.’

Her çendî partiya desthilatdar a Başûrê Kurdistan hewilda bi rojevek cûda ve civîna parlamentoyê ya vê heftê derbas bike, lê beşek zêde ya parlementeran bi israr bal kişandin li ser dagirkeriya dewleta tirk li herêmê.

Piştî helwest û rexneyên tund, parlamentoya Başûrê Kurdistan biryara runiştina dijî dagirkeriyê da.

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê îro civîna xwe ya asayî pêkanî.

12 parlamenterên Herêma Başûrê Kurdistanê bi daxwaznameyek xwestin parlamento li ser dagirkirina xaka Başûrê Kurdistan û bombebarana dewleta Tirk civînek lidarbixe.

Lê daxwaza parlamenteran ji aliyê Seroka parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayez ve bi hêceta ku beriya niha bombebaran û êrîşên ser Başûr şermezar kirine, civînek taybet li ser dagirkeriya dewleta Tirk red kir..

Parlamenterên mûxalîf yên parlamentoya başûrê Kurdistan li dijî helwesta Seroka parlamentoyê rexnekirin û bertek nîşan dan.

Parlamentera Tevgera Goran Dr. Şayan Kake Salih dazanîn ku erka sereke ya parlementoyê parastina axa başûr ji êrîşên dagirkeriya Tirkî ye.

Parlamentereke din jî destnîşan kir ku rêya rawestandina êrîşên dewleta tirk yekrêziya kurdî ye.

Parlamenterê tevgera goran helwesta hikûmeta başûr a li beramberê êrşan wek şermek pênasekir.

Piştî van bertekên parlamanterên mûxalîf biryar da ku hefteya bê civînek derbarê bombebarana dewleta Tirk û Îran ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêkbînin.

Seroka parlamentoyê lijneya navxweyî û ya pêşmergeyan jî ji bo raporek derbarê zerer û ziyana li herêmên bin dagirkeriya dewleta Tirk de çêbûne, amade bike erkdar kir.

Ger rapor hat amadekirin, wê di civîna hefteya bê de, bikeve bernameya karê parlamentoyê.

Back to top button