TRUMP: PIŞTÎ VEKIŞÎNA JI SÛRÎ JÎ EM DIXWAZIN KURDAN BIPARÊZIN

Mijara vekişîna hêzên Emerîkayê ji Sûrî rojane bi awayekî cûda dikeve rojevê.

Di xwextekî de ku her kes li bendê bû vê mehê vekşîna eskeran destpê bike, Trump ragihand ku dema vekşînê ne diyar e.

Serokê Emerîka her wiha ragihand ku eger eskerên wan ji Sûrî vekişin jî, ew ê Kurdan biparêzin.

Dawiya sala 2018’an Serokê Emerîkayê ji nişkê ve ragihand ku ew ê di nava 3 mehan de eskerên xwe ji Sûrî vekişînin.

Paşê hat îdîa kirin ku ev biryara Trump encama lihevkirina di navbera Emerîka û dewleta Tirk de pêk hatiye.

Lewma beriya vê biryarê serok-komarê Tirk Erdogan şerê dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihandibû.

Li hemberî biryara Turmp, li nava Emerîkayê dengê nerazîbûnan zêde bû.

Wezîrê Pentagonê James Mattîn, Nûnerê Trump di Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê Brret McGurk û berdevka Pentagonê Dana Waît ji erka xwe îstîfa kirin.

Her wiha hejmareke ji endamên Senatoyê jî li hemberî biryara Trump rabûn û bang lê kirin da ku di mijara hevkariya li gel Kurdên Sûrî dilsoz be.

Her wiha welatên endamên Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê, Fransa, Ingiltere û Elmanya jî li dijî wê yekê bûn ku hevkarên wan Kurd û hêzên QSD û YPG’ê bi tenê werin hiştin.

Serokê Emerîkayê yê li hemberî van nerazîbûnan tengav bû, di serdana xwe a ji bo Iraqê de helwesta xwe guhert û wiha got;

Her çendî em ê ji Sûrî derkevin jî, lê hebûna me li Iraqê wê dewam bike û kengî hat xwest em ê ji vir mudaxelê bikin.

Ev daxuyaniya Turmp a bi armanca kêmkirina nerazîbûnan hat dayîn ti encam bi xwe re neanî.

Ji ber vê yekê Trump doh careke din bal kişand ser mijarê û ev daxuyanî da:

Ti demeke diyar ji bo vekişîna hêzên me ji Sûrî tine ye.

Eger em eskerên xwe ji wir vekişînin jî wê desteka me a ji bo hêzên Kurdî dewam bike.

Em dixwazin Kurdên li Sûrî biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button