Di operasyonên qirkirina siyasî ya çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de,8 kes hatin girtin

Di encama operasyonên qirkirina siyasî ya çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de ji yên hatibûn destgîrkirin 8 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de dabû destpêkirin 45 kes hatibûn destgîrkirin.

Ji kesên hatin binçavkirin 16 kes jê sewqî edliyeyê hatibûn kirin û 8 kes jî bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.

Îro jî Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin, ji Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê Makbûle Ozbek û rojnamevan Ayşe Kara jî di nav de 29 kesên din jî sewqî edliyeyê hatibûn kirin.

Dozgeriyê bê ku îfade bigire derbarê 20 kesî daxwaza girtinê xwest.

Back to top button