Li gelek deverên Idlibê çete û hêzên hikûmetê êrîşî hev kirin

Li Idlibê, şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikûmeta Şamê de dijwar dibe. Di encama şer û pevçûnê de, duh 3 leşkerên hikumetê hatin kuştin û ji her du aliyan jî hejmarek birîndar bû. Li aliyê din, dewleta Tirk jî 30 maşîne derbas kirin û li ser rêya M4 nuqteyek leşkerî ava kir.

Di navbera hêzên hikûma Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şer û pevçûn li herêma qaşo kêm şer a Idlibê, gurr bûye.

Çeteyan, li aliyê gundê Dadayixê li Rojhilatê Idlibê, baldozerek leşkerî ya hikumetê teqand.

Di heman çarçoveyê de jî hêzên hikumetê gundên Binên û Herşeh topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, vê sibehê, hêzên hikumetê derdora nuqteyên leşkerî yên Tirk li gundê Şenan topbaran kir.

Ji aliyê din jî, balafirên leşkerî yên Tirk li ser Cebel El-Zawiyê re firiyan.

Çavdêriya Sûrî diyar kir çeteyên dewleta Tirk li aliyê Cerad ê Başûrê Idlibê, 2 leşkerên hikumetê kuştin û hinek jî birîndar kir.

Leşkerên hikumetê jî, li aliyê Fitêra, bi hewanan êrîşî çeteyan kir û hat gotin ku hêjmarek çete birîndar bûne.

Li gundewarê Hemayê, leşkerkî hikûmetê hat kuştin û 5 birîndar bûn

Hemwextî van êrîşan, li nêzên bendava Ebû Feyad li gundewarê Hemayê, mayînek bi erebeya leşkerên hikumetê ve teqiya.

Di encama teqînê de leşkerek mir û 5 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk 30 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Bi gurrbûna şer re, dewleta Tirk a dagirker şandina çekan ji bo Idlibê didomîne.

Herî dawî, çavdêriya Sûrî, diyar kir ku dewleta Tirk 30 maşîneyên leşkerî di deriyê Kefer Losîn re derbasî herêmê kir.

Ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan û heya niha dewleta Tirk 4 hezar û 295 maşîne derbasî herêmê kiriye.

Ne tenê dewleta Tirk a dagirker maşîneyên leşkerî derbasî herêm dike, avakirina nuqteyên xwe jî zêde dike.

Duh, dewleta Tirk li ser rêya M4 ya nêzî nûqteya leşkerî ya 64’an li kêleka bajarokê Mehembel ê Rojavayê Idlibê 2 nuqteyên nû ava kir.

Back to top button