Sûcên dewleta Tirk li dijî mirovahiyê heya niha li ser sînorê Sûrîyê-Tirkîyê 464 kes hatin kuştin

Artêşa Tirk a dagirker bi hemû şêwazên hovane li dijî gelên Sûriyê sûcan dike. li gorî daneyan kuştina sivîlan li ser sînorê Sûrî-Tirkiye zêde bûye.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku heya dawiya meha Hizîranê li ser sînor di nav de, 86 zarok, 59 jin, 463 kes hatine kuştin.

Li gorî navendê, 494 kes jî, bi guleyan birîndar bûne, ev kesên hatine armanc girtin, hin hewl didin sînor derbas bikin, hin jî li nava zeviyên xwe yên çandiyê bûn.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan di nava meha Hizîranê de kuştina zarokekî, û birîndarkirina 10 kesan belge kir.

Back to top button