Karmendan li dijî nedan û kêmkirina mûçeyan dest bi boykotta kar kiriye

Karmendên Başûrê Kurdistanê ji ber nedan û kêmkirina mûçeyan û xemsariya hikumetê, dest bi boykotta kar kiriye.

Karmendên Başûr tevî qeyrana aborî û wernegirtina mûçeyan, nêzî 5 mehan e dev ji kar û xizmeta welatiyan bernedaye.

Lê ji ber bêmafî û xemsariya hikumeta Başûr, gelek karmendên trafîk, tenduristî û şaredariyê yên bajarê Silêmaniyê dest bi boykotta kar kiriye.

Karmendê trafîkê Helmet Cemal diyar kir ku wî 3 mehan bê mûçe xebata xwe domandiye. Hikumet jî, li hember vê xwekerkirinê didomîne û got:

“Sedema bêxemiya hikumetê, bêdengiya karmend û welatiyan e.”

Endamê “Encumena Mamostayên Nerazî” Kajaw Cemal jî da xuyakirin ku, ji ber helwesteke cidî li hemberî rewşa heyî nayê nîşandan, rayedarên desthilatdariyê xemsariya xwe didomînin û bersiva daxwazên karmendan nadin.

Tevî ku boykotta karmendan, rewşeke tengav bi xwe re afirandiye jî, lê ew neçarî vê pêngavê bûne, da ku mafên xwe bi dest bixin.

Back to top button