Macron: Tirkiyê jimarên mezin ên çeteyan dişîne Lîbyayê

Serokê Fransayê Macron, dewleta Tirk bi şandina jimarên mezin ên çeteyan ber bi Lîbayayê ve tawanbar dike. Hikumeta demkî ya Lîbyayê jî bidawîkirina hemû girêbestên bi Tirkiyê re nîqaş dike. Her wiha ji bo parastina abora Tirkiyê, 8 milyar dolar ji banka Lîbayayê ber bi banka Tirkiyê ve hatin şandin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron, dewleta Tirk bi şandina jimarên mezin ên çeteyan ber bi Lîbyayê ve tawanbar kir û diyar kir ku Tirkiyê sûcan li dijî gelê Lîbyayê dike.

Macron got:

Ez guman dikim ku ev berpirsyariyeke dîrokî û sûcdarî, ji bo welatekî ku xwe weke endamekî NATO’yê pênase dike ye.

Ev yek di demekê de tê ku Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya herî dawî derbarê Lîbyayê de eşkere kir ku jimara çeteyên Sûrî li Lîbyayê 15 hezar derbas kiriye.

Çavdêriyê diyar kir jî ku, hemxwextî vegera bi sedan çeteyên Sûrî ji Lîbyayê, di çend rojên borî de, nifşên nû yên çeteyan ber bi wî welatî ve hatin şandin.

Li gorî daneyên Çavdêriya Sûrî, 15 hezar û 100 çeteyên Sûrî heta niha çûne Lîbyayê û 3 hezar û 200 ji wan vegeryane Sûriyê.

Hikumeta demkî, bidawîkirina hemû girêbestên bi Enqereyê re lêkolîn dike

Li aliyekî din, hikumeta demkî ya Lîbyayê ragihand ku ew bidawîkirina girêbestên xwe yên bi Enqerê re lêkolîn dikin.

Ev yek duh Duşemê, di civîna serokê hikumeta demkî Ebdella El-Senî li gel wezîrê derve Ebdil Hadî El-Hiwêc de, hat nîqaşkirin.

Hikumeta demkî diyar kir ku, ji ber dijminatiya dewleta Tirk li dijî Artêşa Lîbî û gelên Lîbyayê, ew bidawîkirina girêbestên bi milyarên dolaran ku bi şîrketên Tirkî re beriya sala 2011’an îmze kirine, nîqaş dikin.

Di heman çarçoveyê de, ”Tevgera bajar û qebîleyan ji bo parastina petrolê”, jinûve berhemdayîna petrola Lîbayayê, ragihand.

Tevgerê teqezî li ser belavkirina rewa ya hawirdeyên petrolê kir û da xuyakirina ku divê ev hawirde, nekevin destê çeteyan.

Tevgerê hişyarî da ku eger hawirdeyên petrolê bikevin destê çeteyan, ew ê careke din zeviyên petrolê bidin rawestandin.

8 milyar dolar ji banka Lîbya bo banka Tirkiyê hatin şandin

Girêdayî heman mijarê jî, serokê desteya rêvebirina aloziya pereyan di banka navendî ya Lîbyayê de Remzî El-Axa eşkere kir ku parêzgarê bankê El-Sidîq El-Kebîr, operasyona rêvebirina diraviya yedek li gorî berjewendiyên dewleta Tirk guherandine.

El-Axa da zanîn ku, bi vê guhertinê re û ji bo parastina abora Tirkiyê, 8 milyar dolar bo banka navendî ya Tirkiyê hatin şandin.

Back to top button