#Ixwan_metirsîya_herî_mezin_in

Li ser Twîtterê, haştaga “Ixwan metirsîya herî mezin in” ji alîyê gelek çalakvanên Ereb ve hate destpêkirin. Di vê pêngavê de, çalakvanan teqez kir ku rêxistina Ixwan el-Muslimîn gefê li ewlehîya Ereban a netewî dixwe, ji lew re divê rêxistina Ixwanan bikeve lîsteya terorê û li seranserî cîhanê were qedexekirin.

Haştaga “Ixwan metirsîya herî mezin in” twîtterê dihejîne..

Hejmareke mezin a çalakvanên Yemenî dest bi haştaga bi navê “Ixwan metirsîya herî mezin in” kir.

Di vê pêngavê de, Yemenîyan metirsîya rêxistina Ixwan el-Muslimîn li ser ewlehiya netewî ya Ereban anî ziman û teqez kirin ku ew projeyeke terorîst didin meşandin da împeratorîya Osmanî li ser hesabê nasnameya netewî û Erebî zindî bikin.

Yemenîyan îşaret bi partîya “Islahê” ku destê rastê yê rêxistina Ixwanan e kir, ku vê partîyê xiyanet kiriye û li pêşîya agirbesta dawî ya li başûrê Yemenê bûye asteng..

Çalakvanan teqez kir ku divê şerê vê rêxistinê were kirin, ji ber ev erkeke netewî û Erebî ye da terora wan ji kokê ve rabe..

Paşê, kesin ji welatên Ereb ên din jî tevlî haştagê bûn û diyar kirin ku divê komplo û lîstikên Ixwanan werin rawestandin, ew jî bi rêya qedexekirina wê li seranserî cîhanê û xistine wê di lîsteya terorê de.

Ev haştag di wextekî de tê ku li gelek welatên Ereban, gel li dijî Rêxistina Ixwan el-Muslimîn rabûne ser pêyan..

Tê zanîn, Ixwan el-Muslimîn li hinek welatên Ereban dest danîne ser hikum.. mîna hikumeta Wîfaqê ya li Lîbyayê, ku dewleta Tirk îro-roj wê bi re ve dibe.

Back to top button