Li Gola Wanê keştiyeke penaberan noq bû, 100 kes winda ne

Li Gola Wanê roja 28’ê Hezîranê keştiyeke ku penaber tê de bûn noqî binê avê bû. 100 penaber winda ne.

Trajediya penaberên tên Wanê bi dawî nabe.

Herî dawî li Gola Wanê keştiyek ku penaber tê de bûn, noqî avê bû.

Keştî 27’ê Hezîranê li navçeya Westanê li taxa Altinsaçê bi rê ket û nêzî 100 penaber lê siwar bûn.

Keştî li nava gola Wanê winda bû û hîn jî nehatiye dîtin.

Hat gotin ku 100 penaberên tê de bûn, niha winda ne.

Dîsa û di heman rojê de li navçeya Mûradiye ya Wanê, erebeyeke penaberan qeza kir, kesekî jiyana xwe ji dest da û 41 jî birîndar bûn.

Mehên zivistanê 50 penaberên ku hewl dan ji Îranê derbasî navçeya Çaldiranê bibin qefilîn û jiyana xwe ji dest dan.

Di nava 3 salên dawî de li ser sînorê Tirkiye-Îranê bi sedan mirov qefilîn yan jî di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button