Bêrîvan Hesen: Tirkiye dagirkeriya xwe ya li herêmê berfireh dike

Endama Meclisa Rêveber a PYD’ê Bêrîvan Hesen diyar kir zêdegaviyên dewleta Tirk di nava bêdengiya hêzên Ereb û cîhanê de pêk tên û bi vê bêdengiya xwe alîkariyê didin dagirkeriya Tirk.

Bêrîvan Hesen anî ziman ku dewletên Ereb heya îro tu helwesteke zelal li dijî zêdegaviyên dagirkeriya Tirk ya li ser serwerî û yekîtiya dewletên ereb nîşan neda ye û got:

“Ev nêzîkatî dihêle ku Tirkiye êrîş û komkujîyên xwe zêde bike û herêmên din dagir bike. Heger dewleta Tirk îro li Sûriye, Iraq û Lîbyayê be, wê sibe berê xwe bide dewletên din.”

Bêrîvan bang li hikumeta Şamê jî kir ku helwesta xwe zelal bike û da zanîn ku bi bêdengiya xwe dê winahiyên mezin bide.

Endama Meclisa Rêveber a PYD’ê destnîşan kir ku divê hêzên navneteweyî yên ku xwe wekî garantorê ewlehiya herêmê bi nav dikin, li ber van sûcan rabin û hesab bixwazin.

Back to top button