Çeteyan li gundekî Zirganê dînemoyên avê dizîn

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyan dewleta Tirk li gundê dawidiyê yê Mele Silêman ê navçeya Zirganê dînemoya avdana çandiniyê dizîn.

Li gorî çavdêriyê çete hemû mal û milkên didizin li bexçeyekî çandiniyê vedişêrin. Ev bexçe yê kesek Asûrî bû lê niha çeteyan dest daniye ser..

Hat gotin ku, çete ji xwediyê projeyên çandiniyê yên asûrî dixwazin vegerin gundê xwe beramberî pereyan, lê ji tirsa venagerin..

Dewleta Tirk û çeteyên xwe bi van kirinan welatiyan didin koçberkirin û demografya herêmê diguherin.

Çeteyan li Efrînê kabloya kehrebê dizîn

Li Efrîna dagirkirî jî, çeteyan binê erdê yê nêzî Xwaringeha Romêr ya taxa Efrîna kevin kolandin û keblê kehrebê derxistin , da ku Nihasê bifroşin..

Her wiha keblên kehrebeyê yên bi amûdan ve jî, li gundên Birc Ebdalo, Xezawiyê, Şadêrê û Îska rakirin..

Jeneratora Kehreba li Gundên Kefer şîlê, Şêxorizê, Kotana, Qizilbaşa, Mîdan û gelek gundên Efrînê dizîn…

Back to top button