Salvegera 24. a şehadeta Zeyneb Kinacî (Zîlan)

Şehîd Zîlan hemû bendên sermayedariyê şikand, azadiya jinan li hemû cîhanê îspat kir. Zîlan (Zeyneb Kinaci) di nav dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de bi çalakî û peyama xwe bû sembola berxwedana jinên Kurd. Şehîd Zîlan ji hezaran şoreşgerên jin û xort re jî bû îlhama azadî û rizgariyê.

Gerîlaya PKK’ê Zeyneb Kinaci bi navê xwe yê din Zîlan sala 1972’an li gundê Elmali yê bi ser Meletiyê tê dinyayê.

Zîlan dibistana Seretayî, navîn, amedayî û zanîngehê li Meletiyê dixwîne.

Zeyneb Kinacî li Zaningeha Înunu bi beşa pskilojî xwendina xwe ya bilind diqedîne.

Zeyneb Kinacî piştra li Nexweşxaneya Meletiyê ya Dewletê karê Teknîkseniya Rotkeniyê dike. Dema diçe Lîseyê dikeve bin bandora ramanê azadî xwaz û tevgera azadiyê.

Di Zaningehê de jî peywendiya wê ya li hemberî têkoşîna azadiya kurd her ku diçe mezintir dibe.

Sala 1994’an li Edenê tevlî xebatên rêxistinî dibe.

Piştî salekê ango sala 1995’an Zeyneb Kinacî li Eyaleta Dêrsimê tevlî nava refên Partiya karkerên Kurdistanê PKK’ê dibe û li vir navê Zîlan li xwe dike.

Zîlan di jiyana xwe de weke evînekê berpirsyariyeke dîrokî digire ser xwe û ev jê re dibe serbilindiyek.

Dixwaze li ser şopa serokê gelê xwe bimeşe û ji bo jiyanek nû bi gelê xwe re bibe yek.

Zîlan rêya vê jiyana nû di pêkanîna çalakiya xwe de dibîne. Ne dem ne jî cihê çalakiyê tesadufe. Di her warî de kûr difikire, bi biryarbûn û bi armanceke mezin amedekariyên çalakiya xwe dike.

Zîlan di nameya xwe de dibêje:

Em canê xwe jî bidin ne bese, xwezî ji bilî canê min tiştekî ku min dikarîba bidim hebûya.

Her wiha di nameya xwe de ku ji Rêber Abdullah Ocalan re hiştiye, biryarbûna çalakiya xwe û afrandina jiyanê bi van gotinan tîne ziman:

Îdîaya min ya jiyanê gelekî mezine, Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke bi wate û çalekiyekî mezin, ji ber ez ji jiyan û mirovan gelekî hez dikim, ez dixwazim vê çalekiyê pêk bînim.

Zeyneb Kinacî ango Zîlan bi vê biryarbûn û dilsoziya xwe di 30’ê Hezîrana sala 1996’an li navenda Dêrsimê çalekiyeke cangorî pêk anî û şehîd bû.

Zîlan bi vê çalekiyê rihê zihniyeta ku dixwaze jina kurd dîl bigire û kole bike hildiweşîne.

Bi vê çalekiyê jî ji jina kurd re mîraseyekî azadî û rûmetê dihêle, weke ku wê dixwest dibe afrînera jiyaneke nû ku gav bi gav ber bi rizgarî û serkeftinê ve diçe.

Roja ku bi Zîlanê hilat tîrêjên xwe gîhand hemû jinên kurd.

Zîlan weke sembola têkoşînê tê bibîranîn, li Kurdistanê bû navê ku herî zêde li zarokan tê kirin.

Back to top button