Ragihandina Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3’emîn konferansa xwe li dar xist û yekîtiya xwe ragihand. Jinan avakirian YRJ’ê li tevahî rojnamevanên jin pîroz kir û diyar kirin ku wê YRJ di şopa rastîyê de bibe dengê şoreşê û pêşengê avakirina Paradigmaya Netewa Demokratîk.
Ragihandina Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28’ê Hezîranê de Konferansa xwe yê 3’emîn li dar xist û tê de Yekîtiya xwe bi daxuyaniyekî ragihand.
Daxuyaniya Ragihandina jin wiha ye:
Di dîroka çapemeniya azad de, jin xwedî rol û misyoneke mezin e.
Çapemeniya Jin a Azad heta niha di oxira rastîyê de, gelek berdêlên giranbûha daye.
Di dîroka gelan de, çapemeniya azad li hember sîstemên deshilatdar û baviksalarî roleke girîng leyîstiye.
Di dewama daxuyaniyê de her wiha hate gotin:
Ji bo berdewamkirina mîrasa jinên lêgerînerên rastîyê pêwîstî bi hevgirtin û yek zimanî heye.
Jin di qada çapemeniyê de çi qas karibin rêxistina xwe ava û mezin bikin, wê ew qasî karibin di afirandina sîstem û civakeke demokratîk û azad de pêşengtiyê jî bikin.
Weke jinên rojnamevan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji her demê zêdetir pêdivî bi avakirina rêxistineke hevpar hebû.
Loma me piştî konferansê, avakirina Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) ragihand.
Ragihandina jin di dawiya daxuyaniyê de dibêje:
”Bi armanca gihaştina dengê jinê û rastiya jina azadîxwaz ji tevahî cîhanê re YRJ hate avakirin, wê YRJ di şopa rastîyê de wê bibe dengê şoreşê û pêşengê avakirina Paradigmaya Netewa Demokratîk.”