Li Reqa û Tebqayê çalakiyên jinan berdewam in

Bertek û nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Kobanê didomin.
Jinên bajarê Reqa û Tebqayê sûcên dewleta Tik yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe dihêle hêrs û israra me xurtir bibe.

Bi sedan şêniyên herêma Reqayê beşdarî çalakiya şermezarkirinê bûn.

Çalakî di roja sêyemîn de bi axavtinan dest pê kir.

Axavtvanan destnîşan kirin ku pêkhateyên Bakurê Sûrî ji siyasetên Erdogan xurtir bûne, ew ê rê nedin çeteyan ku kiryarên li Efrînê, Babê û Carablusê pêk anîye dubare bike.

Di dawiya çalakiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û dewletên pêywendîdar hat kirin ku li dijî Tirkiyê bisekinin.

Li Tebqayê jî çalakiya konvedanê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Endama Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Evîn Ereb soza berdewamiya têkoşîna jinan da û got:

Qehremaniya van jinan nîşan da hêrsa dewleta Tirk a faşîst rakir, lewma dest bi pêkanîna komkujiyan, revandin û qetilkirina jinên li herêmên dagirkirî kir.

Rêveberiya Jinan a herêma Tebqayê diyar kir ku îro dê çalakiya konvedanê bi dawî bibe.

Back to top button