
Şandeyek ji Komîteya Lihevkirinên Nîştîmanî ya girêdayî Ofîsa Serokwezîrê Iraqê serdana Şengalê kir û hevdîtineke hevbeş li gel rêveberiya xweser a Şengalê pêk anî.
Şandeya ku dibin serokatiya Berdevkê Komîteya Lihevkirinên Nîştîmanî Welîd Xalid de, li navenda PADÊ ya Xanesorê, ji aliyê cîgirê serokê PADÊ Azad Evdal û endamên rêveberiya xweser a Şengalê ve hate pêşwazîkirin.
Her wiha nûnerênTevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî di hevdîtinê de amade bûn.
Di hevdîtinê de bi taybetî vegera koçberan ber bi cih û warên xwe, misogerkirina mafên qurbaniyên fermanê û avakirina Şengalê hate gotûbêjkirin.
Her wiha şandeyê serdana Meclîsa Demî ya Pêkhateyên Şengalê jî kir.