Hêzên Rûsyayê şandeya Kongreya Star a Kobanê red kir

Hêzên Rûsyayê şandeya Kongreya Star û peyama wan ji bo serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn red kir.
Di peyama Kongreya Star de îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan hat kirin, her wiha bang li hikumeta Rûsyayê hat kirin ku bi erkên xwe li hember şêniyên herêmê, bi taybet jinan rabin.

Şandeya Koordînasyona Kongreya Star serdana navenda hêzên Rûsyayê li Kobanê kir û xwestn peyamek pêşkêşî serokê Rûsî bikin.

Lê hêzên Rûsyayê red kir ku pêşwaziya şandeyê bike û peyam jî wernegirt.

Di nameya Kongreya Star wiha tê gotin:

Di 23’yê Hezîrana 2020’an de dewleta Tirk êrîşî gundê Hilincê yê Kobanê kir û di encamê de 3 jinên Kurd hatin kuştin.

Her 3 jin ji bo mafên jinan û çareseriya demokratîk ji bo nakokiyên li Sûrî dixebitîn.

Wek gelê Kobanê, wan di sala 2014’an de ji bo parastina mirovahî li dijî êrişên DAIŞ’ê li ber xwe dan.

Koordînesyona Kongreya Star di dawiya peyamê de de ev daxwaz kirin.

Qada hawayî ya li ser bakur û rojhilata Sûriyê bigirin.

Vekirina Lêpirsînê derbarê her 3 jinên hatin kuştin û kesên berpirsên vê êrîşê dadgeh bikin.

Vekêşandina hêzên çekdar ên Tirkiyê û komên leşkerî yên têkildar ji axa Sûrî ye.

Back to top button