Zêdeyî 5 hezar DAIŞ’Î vegeriyane Tirkiyê

Herkes li eslê xwe vedigere.

Çeteyên DAIŞ’ê yên dewleta tirk jî vegeriyane malên xwe.

Herî dawî diyar bû ku di navbera 5-9 hezar DAIŞ’iyên ji tirkiyê hene.

Ev DAIŞ’iyên ku vegeriyane piştî 3-4 salan wê êdî weke ku tiştek nekirine dakevin nava civakê.

Koma Qrîzê ya Navneteweyî bi rapora “Welatiyên Tirkiyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane” raporek weşand û got:

Tirkiye metirsiya DAIŞ’ê paşguh dke.

 

Çeteyên DAIŞ’ê ku piştgiriya xwe ya herî mezin ji dewleta Tirk girt, di demek kin de beşek zêde ya xaka Sûrîyê û Iraqê dagir kirin.

Dewleta tirk sînorên xwe ji bo hatin û çûna çeteyan vekiribû, bû yek ji dewletên herî zêde hêz da DAIŞ’ê.

Gelek caran ev yek bi belgeyan hate piştrastkirin.

Piştî ku 21’ê Adara 2019’an mizgîniya têkbirina DAIŞ’ê li Sûriyê hate danîn, çeteyên mayî jî berê xwe dan malên xwe.

Çeteyên DAIŞ’ê ku beşek mezin ji tirkiyê bûn, li warê xwe vegeriyan.

Koma Qrîzê ya Navneteweyî (International Crisis Group ), raporeke bi ser navê ‘Welatiyên Tirkiyê yên Tevlî DAIŞ’ê Bûne û Vegeriyane’ weşand.

Rapor ji 36 rûpelan pêk tê û di raporê de polîtîkaya desthilata AKP’ê ya derbarê welatiyên ku tevlî DAIŞ’ê bûne û vegeriyane tê lêkolînkirin û tê diyarkirin ku di navbera 5 heta 9 hezaran welatî tevlî DAIŞ’ê bûne û vegeriyane.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku di nav welatiyên ku vegeriyane Tirkiyê de pirraniya kesên ku tên darizandin ji sûcê rêxistina terorê 3-4 salan razane û ev tişt hatiye gotin:

“Ji ber ku li girtîgehan bêtir li bîrdoziya DAIŞ’ê xwedî derdikevin, girtina demeke dirêj a her kesê ku tevlî DAIŞ’ê bûye ne çareseriyeke mayîn de ye.
Lê divê mirov ji berdana wan re amade be.
Divê bernameyên civakî yên ku wan ji rêxistinên dûr bixin bên pêşxistin.”

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku derbarê kesên tevlî DAIŞ’ê bûne û vegeriyane de bernameyên sistematik tunene û di navbera rêxistinan de cihêkarî nayê kirin.

Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku gefa DAIŞ’ê ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve hatiye paşguhkirin.

Back to top button