Çeteyan ji bo 4 milyon pere bigrin du jin bi sêrbaziyê tewanbar kirin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtîya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî şêniyan û bi taybet dijî jinan didomin.
Çeteyan li navenda Efrînê ji bo standina pereyan du jin bi sûcê sêrbaziyê tewanbar kirin.
Navenda belgekirinê jî diyar kir ku malbat, ji tirsa keçên xwe di temenên biçûk de dizewicînin.

Rojane li Efrîna dagirkirî, dewleta Trik a dagirker û çeteyên wê ji bo valakirina herêm ji şêniyên resen hemo rêbazên qirêj pêk tînin.

Çavdêriya Sêrî ya Mafê Mirovan ragihand ku li navenda Efrînê çeteyan du jin bi sêrbaziyê tewanbar kirin.

Çavdêriyê da zanîn ku çeteyan ji bo rakirina vê tewanê 4 Milyon Lîreyê Sûrî xwestin.

Her weha di dema lêpirsînê de jî hewldana destavêtinê li jinan kirin.

Lewma Ji bo xilaskirina xwe û malbata xwe ji kirayrên çetayan, jinekê 1250 dolar da qaçaxçiyan û ew derbasî Şehbayê kirin.

Ji ber kiryarên çeteyan keç di temenê piçûk de tên zewicandin

Li aliyê din jî, li Efrîna dagirkirî, malbat ji bo hovîtiya çeteyan keçên xwe di temen biçûk de dizewicînin.

Navenda belgekirina binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku ji destpêka dagirkirina Efrînê rêjeya zewaca keçên temanbiçûk zêdetirî %40’î ye.

Navendê diyar kir jî, di sala 2019’an de nêzî 4500 keçên temenbiçûk hatine zewicandin.

Li gorî navendê sedemên zêdebûna rewşa zewaca keçên temen biçûk ew e ku tirsa mabatan ji kirayrên çeteyên dewleta tirk a dagirker e.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê di 15’ê Gulana derdazbûyê de ragihandibû ku bi armanca zewaca bi darê zorê çeteyekî keça bi navê Hêvîn Morî ya (17) ya ji navçeya Cindirêsê revandibû.

Back to top button