HPG: Li Heftenîn, Xakurkê û Şemzînan 22 leşkerên Tirk hatin kuştin

Bi zêdebûna êrişên dagirkeriyê re gerîla û çalakî.
Gerîlayan ji Heftenîn-Xakurkê û Şemzînan. 22 leşker hatin kuştin.
Nasnameya şehîd Birûsk Botan eşkere kir.

Li bakur û başûrê Kurdistanê şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê berfireh bûye.

Li herêmên Heftenînê, Xakurkê û Şêladizê gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî dagirkeriyê çelakiyên bi bandor lidar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyan ev agahî da:

26’ê Hezîranê gerîlayan li devera Şedara li dijî leşkerên dewleta tirk çalakiyek kirin û 2 leşker hatin kuştin.

29’ê Hezîranê gerîlayên parastina hewayî saet 11:45’an li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Bêrîvan bi cih bûne çalakiyek kirin.

Wê agahiyên li ser vê çalakiyê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

Heman rojê saet 14:00’an dagirker dema ji Girê Xantûr ber bi Dola Berazan ve diçûn gerîlayan çalakiyek kirin.

Di encamê de, 10 leşker hatin kuştin.

Dewleta dagirker jî herêma ku leşkerên wê lê bûn jî bi dijwarî topbaran kir.

Saet 14:30’î jî gerîlayan li devera Girê Dupişka li dijî leşerên Tirk ên dagirker çalakiyeke sekvaniyê pêk anî û leşkerek hat kuştin.

Saet 16:30’î jî li Girê Katosûlê di encama çalakiyek sekvaniyê de, leşkerek hate kuştin.

Şemzînan

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa Tirk çalakî hatin kirin.

L gorî vê;

28’ê Hezîranê di çalakiya li Girê Leylek ê Şemzînan a Colemêrgê de leşkerek hat kuştin.

Xakurkê

29’ê Hezîranê saet 12.30’an hêzên me li herêma Xakurkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê, li Girê Koordînê li dijî hêzên dagirker çalakiyeke pêk anîn.

Artêşa dagirker piştî çalakiyê bi helîkoptêran kuştî û birîndarên xwe rakirin.

Heman rojê artêşa dagirker di navbeyna Girê Lêlikanê û Kevortê de operasyonek dagirkirinê destpêkir.

Gerîlayên ku yekîneya dagirkeriyê xist kontola xwe saet 16.30’an çalakiyek sabotajê kir.

Di vê çalakiyê de ya 3 leşkerên dijmin hatine cezakirin.

HPG’ê nasnameya şehîd Brûsk Boran eşkere kir

HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 29’ê Hezîranê de gotibû 25’ê Hezîranê gerîlayan li qada Dola Heyderan a navçeya Colemergê Geverê çalakiyek kirine.

Di çalakiyê de wesayitek hatiye teqandin, 4 leşker hatine kuştin û piştî çalakiyê dema operasyona dagirkeriyê de gerîla Brûsk Botan şehîd bûye.

HPG’ê ji malbata şehîd Birûsk re sersaxî xwest û got, ew ê têkoşîna bi serketinê bi encam bikin.

Back to top button