DAWÎN MALBATÊN ÊZIDÎ JI EFRÎNÊ DERDIKEVE

Binpêkirin û zextên çeteyên dewleta Tirk a dagiker li dijî şêniyên Efrînê her didomin.

Di encama van kirinanan de, gelek malbat û di nav de malbatên Êzidî ji cih û warê xwe derdikevin.

Malpera Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku malbetên Êzidî ji ber zext û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê derdikeve.

Li gorî çavdêriyên herêmî çeteyên dewleta Tirk a dagirker xelkê Êzidî neçar dike tevlî Îslamê bibe û jinên wan serçavkan deynin û yên vê yekê pêk neyîne, tê girtin.

Çavkaniyê diyar kir ku çete ciwanan bi darê zorê derbasî perwerdeyên olî dikin û wan fêrî rêbazên şerkirinê dikin.

Ji ber binpêkirinên cur bi cur, kesên mayî ji xelkê Êzidî neçar bûn ji herêmê ber bi deverên ne di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk de, birevin.

Leave a Reply

Back to top button