Şandeyek ji ENKS’ê serdana buroya PYD’ê ya li Kobanê kir

Şandeyek ENKS’ê serdana Buroya PYD’yê ya herêma Firatê ya li bajarê Kobanê kir. Di serdanê de mijarên girêdayî yekitiya Kurd hatin nîqaş kirin. Endama Desteya Rêveber a Buroya PYD’ê ya herêma Firatê Bêrîvan Hesen diyar kir ku ev serdan dikeve xizmeta yekitiya Kurd.

Îro şandeyek ji ENKS’ê serdana Buroya Partiya Yekitiya Demokratîk ya herêma Firatê ya li bajarê Kobanê kir.

Di serdanê de her du aliyan mijarên girêdayî girîngiya domandina danûstandinên pêkanîna lihevkirinek kurdî-kurdî û piştgiriya yekitiyê nîqaş kirin.

Endama Desteya Rêveber a Buroya PYD’ê ya herêma Firatê Bêrîvan Hesen di serdanê de axivî û bi xêr hatina şandeyê kir.

Endamê ENKS’ê Yeşar Elî jî di serdanê de axivî û got:

“Bi şêwazekê ku xizmeta berjewendiya gelê Kurd dike û ji bo alî bi hev re pêşkevin divê şaştiyên take-kesî werin derbaskirin.”

Endamê Desteya Rêveber a buroya PYD’ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo jî got:

Armanca serdanê berdewamkirina lihevkirinên dawîn di navbera pariyên Kurd de li Bakur û Rojhilatê Sûrî û gotubêjkirina yekitiya neteweyî ye.

Di serdanê de her du aliyan ji bo serkeftinê pêwîstiya berdewamkirina danûstandinan destnîşan kirin

Endama Desteya Rêveber a PYD’ê ya herêma Firatê Bêrîvan Hesen diyar kir ku ev serdan dikevin xizmeta yekitiya Kurd.

Back to top button