Parlamentoya Başûr ji bo lêkolînkirina dagirkeriya Tirkiyeyê 3 lijne ava kirin

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ji bo lêkolînkirina ziyanên êrîşên dagirkeriya Tirk ser herêmê, 3 lijne ava kirin.

Serokê lijneya navxweyî û asayîşê Şaxewan Reuf li ser mijarê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Şaxewan Reuf destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyê li gorî yasa û destûrê, destdirêjî û şkandina rûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ye.

Reuf got, ew ê dixwazin sedemê van destdirêjî û dagirkeriyan ji bo raya giştî û parlamentoyê eşkere bikin.

Li aliyeke din, Serokê Hevpeymana Fetih Hadî Amirî di axaftineke xwe de daxwaz kir ku hêzên biyanî bi lez li ser xaka Iraqê derkevin.

Hadî Amirî ji desthilata Iraqê jî pirsî:

“Hun qala kîjan rûmetê dikin, di demekî ku hêzên biyanî bi hêsanî li welêt diçin û tên.”

Back to top button