Kazimî ferman da ku tevayî wêneyên serkirdeyên Îranê werin rakirin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ferman da ku tevayî wêneyên Xumeynî, Xamneyî û Qasim Silêmanî yên li ser cade û kolanên Iraqê werin rakirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ferman da ku tevayî wêneyên serkirdeyên Îranê yên li ser cade, kolan û cihên giştî yên Iraqê werin rakirin.

Kazimî di fermana xwe de bi taybetî navê Xumeynî, Xamneyî û Qasim Silêmanî daye pêş û gotiye nabe wêneyê kesên ji dervey Iraqê ne, li ser cadeyên Iraqê werin bilindkirin.

Back to top button