Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Bêrkim, Zozanên Sinîn, Lolan û Xakurkê yên li sînorê Biradost bomberdûman kirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hate girtin, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di saetên şev de gelek gundên li herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê bomberdûman kirin.
Hat diyarkirin ji ber bomberdûmanê rêya di navbera Xinêre û Lolan de rastî ziyaneke mezin hatiye.