Ji ber hejariyê kesekî xwe li Silêmaniyê şewitand, karmendên hikûmetê jî bi hêrs in

Li Başûrê Kurdistanê, kêmkirina mûçeyan û nedayîna wan, rewşa aborî pir zehmet kiriye. Herî dawî welatiyekî ji ber hejariyê, agir berda bendena xwe.

Duh li Baxê Giştî yê Silêmaniyê kesekî 63 salî ji ber sedema rewşa xerab a aborî û deyndariyê xwe şewitand.

Piştî şewatê bi çend saetan, jiyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê, pêşmergeyekî Yekeya 70’ê ya hêzên pêşmerge dema li ser erka xwe bû, ji ber sedemek nayê zanîn bi çekê dawî li jiyana xwe anî.

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ku divê rewşê lêkolîn bike, li ser mijarê digire.

Bi taybet ku beşa herî mezin ya parlamentoyê di destê PDK’ê de ye.

Herî dawî biryara kêmkirina mûçeyan ji sedî 21 ji mûçeyên karmendan, bûbû cihê hêrsa gel.

Back to top button