Artêşa Tirk û çeteyên xwe gundên Girê Spî topbaran kirin

Duh Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Qizelî û embarên wê yên dikevin rojavayê bajarê Girê Spî topbaran kirin.

Berî du rojan jî, leşkerên artêşa Tirk a dagirker, gundê Kopirlik ê dikeve rojavayê bajarê Girê Spî topbaran kir.

Li aliyekî din, tevgera dagirkeriya Tirk a dagirker û derbaskirina maşîneyên leşkerî bo Girê Spî zêde bûne.

Jixwe, dagirkeriya Tirk di van demên dawî de, êrîşên xwe li dijî gundên Til Temir, Serê Kanî û Minbicê jî zêde kirine.

Back to top button