Trump, kişandina 9500 leşkerên Amerîkî ji Almanyayê pejirand

Wezîrê parastinê û serokkerkanê artêşa Amerîkayê, plana kişandina 9 hezar û 500 leşkerên Amerîkî ji Almaya û belavkirina wan li deverin din ên Ewropayê, pêşkêşî serokê welêt Trump kir. Serokê Amerîkayê ev plan pejiran û di çend hefteyên bê de, wê biryar li Kongreyê were nîqaşkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, kişandina 9 hezar û 500 leşkerên Amerîkî ji Almanyayê pejirand.

Wezareta parastinê ya Amerîkayê ragihand ku, ew ê biryarê rakin Kongreyê, piştre wê ji hevalbendên wan re yên di NATO’yê de were şandin.

Berdevkê Pentagonê Jonathan Hofman bi daxuyaniyekê ragihand ku Wezîrê parastinê Mark Esper û serokkerkanê artêşa Amerîkî Mark Milley, li ser daxwaza Trump, plana belavkirina 9 hezar û 500 leşkerên Amerîkî ji derveyî Almanyayê, pêşkêş kir.

Hofman destnîşan kir ku, ev pêşniyar, dê destwerdanên Rûsyayê kêm bike û hêzê bide NATO’yê.

Her wiha ev yek wê bandora hebûna artêşa Amerîkî li Ewropayê, zêde bike.

Berdevkê Pentagonê ti agahî derbarê welatên ku dê leşkerên Amerîkî li wan belav bibin, neda, lê Trump di hevdîtina xwe ya hefteya borî bi serokê Polonyayê Andre Doda re eşkere kir, ku Polonya yek ji wan welatan e.

Li gorî hin berpirsên payebilind di Pentagonê de, hin ji van leşkerên dê vegerin Amerîkayê û yên mayî wê li dewletên Yekîtiya Sovyetan a berê werin belavkirin.

15’ê Hezîranê, serokê Amerîkayê Donald Trump, daxwaza kêmkirina jimara leşkerên Amerîkî li Almanyayê kiribû.

Li gorî Trump, Almanya, sûdeke darayî ji hebûna leşkerî ya Amerîkî dibîne.

Back to top button